• DOLAR 35.438
  • EURO 36.659
  • ALTIN 3097.7
  • ...
Avrupa Yetîm Elî xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Avrupa Yetîm Elîyê ku sazîya alîkarîyê ya navneteweyî ye di bergeha xebatên alîkarîyê yên di meha remezanê de xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne. Sazîya alîkarîyê vêcarî li Mûşê bi navbeynkarîya Kerwana Umûdê ya Mûşê ji kesên feqîr û jar re alîkarî belav kir.

Bulent Balkayayê ku Serokê Kerwana Umûdê ya Mûşê ye derbarê mijarê de diyar kir: “ Ji teref Avrupa Yetîm Elîya ku li Ewrûpayê fealîyetên xwe birêve dibe ve paketa remezanê hat şandin Mûşê ku ev kolîyên erzaqê ji kesên jar û feqîr ên ku berî niha hatibûn tespîtkirin re hatin belavkirin.”(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir