• DOLAR 32.538
  • EURO 34.939
  • ALTIN 2421.71
  • ...
Dê û bavê ku jiyana xwe fedayî zarokên xwe yên astengdar kirine dibin mînak
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Jin û mêrê bi navê Fatîma û Elî li Taxa Gapê ya Êlihê dijîn. Ji 11 zarokên malbatê tevde 4 zarok astengdar in. Dê û bavê bi navê Fatîma û Elî ev bû 30 sal ku pêkve hewl didin li 4 zarokên xwe yên astengdar mêze bikin. Dê û bav bi vê helwesta xwe ji wan dê û bavên din re dibin mînak.

Dê Fatîma Guler derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re destnîşan kir tevde 11 zarokên wan hene ku ji van 11 zarokên wan tevde 4 zarok ên bi navê Alaaddîn (39), Hivzullah (29), Mehmet Emîn (27) û Muhammed Guler (20) astengdar in. Dayik di berdewama axavtina xwe de diyar kir lawikekî wê yê bi navê Mesûd jî çûye rehma Xwedê.

“Em şev û roj bi wan re eleqedar dibin”

Dayik Guler di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew şeveqê heta êvarê ber lawên xwe re wek zarokên biçûk ew cilikên bin lawên xwe yên astengdar diguherînin. Dayik dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:  “Ev yek îmtîhan e. Hemd ji Xwedê re. Ev bû 30 sal ku em bi wan re eleqedar dibin. Tevde 11 zarokên min çêbûn. 5 ji wan astengdar bûn. Lawikekî min di 23 salîya xwe de wefat kir. 4 zarokên min din ên astengdar sax in û niha em bi wan re eleqedar dibin. Zarokên min astengdar in û di nav dest û pîyan de ne. Ez û zilamê xwe şev û roj li ber wan in. Em xwarina wan didin wan, bin wan diguherînin. Ji ber ku em extîyar bûne em piçekî zehmetîyê dikşînin.  Lawikekî min hebû ku ew ne astengdar bû û wezîfeya îmamxatîptîyê dikir ku di emrê xwe ya ciwan de rehmet kir. Em niha jî li zarokên lawê xwe mêze dikin.”

 “Problem piştî 7 salî dest pê kirin”

Guler di berdewama axavtina xwe de diyar kir her ku ew diçûn nexweşxanê dermankirin tu fêde nedikir. Guler dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em dixwazin bên dermankirin û baş bibin; lê belê baş nabin.  Ev zarokên min ên ku astengdar bûn heta 7 salîya xwe pir baş bûn, hetta ew qas baş bûn ku em ji heqî dernediketin. Piştî 7 salan êdî nexweş ketin. Heta 2-3 salan bi çar lepkan diçûn û dû re ketin nav dest û pîyan. Niha nikarin ji cihê xwe rabin. Em her tim li ber wan re ne. Xweda bike nesîbê me ku em vê îmtîhanê qezenc bikin.  Herkes dibêje zarokên xwe deynin mala lêxweyitîkirinê, lê belê wijdana me vê yekê qebûl nake. Em nikarin tiştekî wisa bikin. Em ji hemû kesî dia teleb dikin, bila dia bikin da ku Xweda derîyeke xêrê ji me re veke.”(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir