Avrupa Yetîm Elî li Bîdlîsê ji kesên feqîr û jar re alîkarî kir
Avrupa Yetîm Elîyê sazîyê alîkarîyê ya navneteweyî ye di bergeha xebatên alîkarîyên yên di meha remrezanê de li Bidlîsê ji kesên feqîr û jar re alîkarîya xurekê kir.
Avrupa Yetîm Elîyê ku sazîyê alîkarîyê ya navneteweyî ye û ji roja ku hatiye damezrandin vir ve xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne û hewl dide bibe dengê feqîr û jaran, di bergeha xebatên alîkarîyên yên di meha remrezanê de li Bidlîsê ji kesên feqîr û jar re alîkarîya xurekê kir.
Temsîlkarê Bidlîsê yê Avrupa Yetîm Elîyê Şahabettîn Subaşi derbarê mijarê de diyar kir ew di bergeha projeya remezanê de li Bidlîsê ji gelek kesan re alîkarîya xurekê belav kirine.
Subaşi di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wan alîkarîyên ku ji teref Avrupa Yetîm Elî ve hatine şandin ji kesên feqîr re belav kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew malbatên ku me ji wan re alîkarî belav kir ji Avrupa Yetîm Elî re spas dikin û di xebatên wan de ji wan re serkeftinê dixwazin.”(ÎLKHA)