• DOLAR 32.198
  • EURO 35.147
  • ALTIN 2472.356
  • ...
Komcivîna Hişyarîya Îslamî cinayetên siyonîstan şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin siyonîstên terorîst û îşxalker ji teref Komcivîna Hişyarîya Îslamî ya Dinyayê ve bi danezana ku hat belavkirin hatin şermezarkirin.

Di danezana ku hat belavkirin de hat diyarkirin ew cinayetên ku hatin kirin bi piştgirîya bêsînor tên kirin û ew welatên Ereban di nav zilletê de bêdengîya xwe didomînin. Di berdewama danezanê de hat diyarkirin “Ew kesên ku destekê didin siyonîstan û ew kesên ku li hember van qetlîama bêdeng dimînin hevkar û mesûlên van qetlîaman in.”

Di berdewama danezana ku hat belavkirin hat diyarkirin ew berxwedana Îslamî ya xelkê Filistînê ya li dijî siyonîstên terorîst  şayanê taqdîrê ye û dû re wiha li hat diyarkirin: “Ji hêla leşkerî, siyasî û aborî ve ji siyonîstan re piştgirîdayîn bi xwe jî dê siyonîstan xelas neke.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir