Meteorolojîyê ji bo hinek bajaran hişyarîya barana zêde kir
Ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve ji bo bajarên Meletî, Xarpêt, Dêrsim, Bîngol, Şirnex, Semsûr, Riha, Mêrdîn, Diyarbekir, Êlih û Sêrtê hişyarîya barana zêde hat kirin.
Li gorî nirxandina dawî ya ku ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve hat kirin ew ê baran tesîra xwe li bajarên bi navê Meletî, Xarpêt, Dêrsim, Bîngol, Şirnex, Semsûr, Riha, Mêrdîn, Diyarbekir, Êlih û Sêrtê û li herêmên derdora wan zêde bike.
Ji ber vê yekê ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve ji bo van bajaran hişyarî hat kirin û ji welatîyan hat xwestin ku bi tedbîr bin.(ÎLKHA)