Serokwezîrê Pakistanê diçe Îranê
Ji teref Wezareta Karên Derve yê Pakistanê ve hat ragihandin ew ê Îmran Xanê Serokwezîrê Pakistanê biçe serdana Îranê.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên D"erve yê Pakistanê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ew ê Îmran Xanê Serokwezîrê Pakistanê ji ber daweta fermî ya Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranê di 21ê Nîsanê de biçe serdana Îranê.(ÎLKHA)