Li Aydinê 94 penaber hatin girtin
Di operasyonên ku li Aydinê hatin lidarxistin de 94 penaber hatin girtin.
Hat ragihandin li Kuşadasiya Aydinê li hember penaberan du operasyon hatin lidarxistin. Di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de 33 jê zarok tevde 94 penaberên ku hewl didan derbasî Yewnanistanê bibin hatin girtin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di operasyona yekemîn de 53 penaberên Sûrîyeyî û di operasyona duyemîn de jî 41 penaberên Kongo, Angola, Bruney, Afrîkaya Navîn, Uganda, Somalî, Sudan, Erître û Gineyî hatin girtin.(ÎLKHA)