• DOLAR 32.553
  • EURO 34.93
  • ALTIN 2436.963
  • ...
Li Cizîrê Evîndarên Pêxember xwe berdan qadê û muhabbeta xwe nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Koordînatorîya  Cîzîrê ya Weqfa Evîndarên Pêxember  ve li Cizîra Şirnexê di bergeha bernameyên “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” de  bernameya mewlûdê hat tertîpkirin.

Bername li Birca Belek hat tertîpkirin û di seat 16.30î de dest pê kir. Xelkê Cizîrê eleqeyeke mezin nîşanî bernameya ku hat lidarxistin dan. Di bernameya ku bi tîlaweta Qur’ana Kerîm de dest pê kir de  îlahî hatin bidengkirin û axavtin hatin kirin. Di dema bernamê de beşdarvanan tekbîr anîn.

Endamê Îttîhadul Ulemayê Mela Mihemed Elî Altun di destpêka bernamê de axavtinek kir û balan kişand li ser ehemîyeta Hz. Muhammed a ji bo mezlûmên ku îro çar alîyê dinyayê zilmê dibînin û destnîşan kir  xelasîya van kesan encax bi exlaq û edaleta ku Hz. Muhammed digel xwe anîye mimkûn e.

“Sedema qêrînên ku digihijin asîmanan û hêstirên ku ji çavan dibarin tunebûna edaleta Îlahî ye”

Altun  di berdewama axavtina xwe de diyar kir sedema qêrînên ku digihijin asîmanan û hêstirên ku ji çavan dibarin tunebûna edaleta Îlahî ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hz. Muhammed her tim ji bo tetbîqkirina edaletê xebitî û sehabîyên xwe jî bi exlaqa edaletê perwerde kir. Mînakên vê yekê di dewra seadetê de gelek zêde hene. Mesela;  Rojekî pîrekeke ku ji kabîleya Mala Mahzûn dizîyê kiribû. Ji bo ew pîrek neyê cezakirin  Usame b. Zeyd wek şandeyekî hatibû şandin. Pêxemberê me ji ber vê hatine pir hêrs û xemgîn bû û destnîşan kir ‘Çawa çêdibe ku hinek kes li hember qanûnên Xweda radiwestin  da ku neyên tetbîqkirin. Sedema helaqbûna hinek kesên berî ev bû: Dema ku kesekî  ji wan ê esîl û navdar dizîyê dikir ew serbest berdidan; lê belê dema ku yekî zeîf û feqîr  dizî dikir di heman demê de ew ceza dikirin. Ez li ser navê Xwedê sond dixwim, ger a ku dizî kiriye Fatimaya qîza Muhammed bûba jî  ez ê cezaya wê dabanê.”

 “Ger em dixwazin li gorî dînê xwe bijîn wê demê pêwîst e ku em weke ku Pêxemberê me nîşanî me daye bijîn”

Mela Beşîr Şîmşekê Endamê Îttîhadul Ulemayê jî axavtinek kir. Şîmşek di axavtina xwe de balan kişand li ser jîyana Îslamî û diyar kir ger em dixwazin li gorî dînê xwe bijîn wê demê pêwîst e ku em weke ku Pêxemberê me nîşanî me daye bijîn. Şîmşek dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xweda bi xwe ew terbîye kiriye, exlaqa Qur’anê  dayê û ji me re jî ferman kiriye û ew bibin xwedîyê exlaqa wî. Pêxemberê me jî vê heqîqetê wisa aniye zimên ‘Ez ji bo exlaqa xweşik temam bikim hatime şandin.’ Ji ber vê yekê temamê civakê dikare li gorî xwe di warê exlaqê Pêxemberê ji xwe re mînak bistîne. Em bawer dikin ku divê wesfên Pêxemberê me ji teref Mislimanan ve bên hînbûn.”

Şîmşek di dawîya axavtina xwe de diyar kir heta ku jiyana Pêxember neyê tetbîqkirin û di rêbertîya Wî de neyên meşîn saadeta axret û dinyayê ne mimkûn e û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Em ji vê platformê bang li gelê dikinÎ dê û bavên bi qedr û qiymet! Ji bo Xwedê exlaqê xweşik a Pêxemberê me hînî zarokên xwe bikin, divê em jê hez bikin û wî bidin hez kirin, divê em jiyana wî bijîn û bidin jiyandin da ku em karibin xwe û zarokên xwe ji agirê cehennemê muhafeze bikin.”(ÎLKHA)















































































































































Bu haberler de ilginizi çekebilir