Li 21 bajêran deng ji nû ve tên jimartin
Ji ber îtîraza partîyên siyasî li 21 bajêran deng cardin tên jimartin.
Piştî hilbijartinên herêmî yên ku hatin kirin re li 46 bajêran ji encamên sindoqan re îtîraz hat kirin. Ji van 46 bajêran di encama nirxandina ku hat kirin de hat diyarkirin ew ê li 21 bajêran deng ji nû ve bên jimartin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ew ê li 18 navçeyên Stenbolê, li Fînîkeya navçeya Antalya, Polatliya Enqerê, Yalova, Honaza Denîzlî, Îdir, Eskîşehîr, Kirklarelî û Gîresûnê dê li hinek sindoqên ku ji encamên wan re îtîraz hatiye kirin deng ji nû ve bên jimartin.(ÎLKHA)