• DOLAR 32.565
  • EURO 34.884
  • ALTIN 2430.476
  • ...
Li Denizlîyê qeza otobusê: 2 mirî 32 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Denîzlîyê otobusa ku ji kontrolê derket gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 32 kes jî birîndar bûn.

Qeza di wextên şeveqê de li Çardaka navçeya Denîzlîyê pêk hat.

Li gorî îddîayan ji ber ku şofêr di xew ve çû otobusa bi plaqeya 42 HA 856  ji kontrolê derket û gundirî şarampolê.

Piştî ku bi qezayê hat hesîn re ambûlans hatin sewqkirin cihê bûyerê. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û di qezayê de şofê Osman Ozden û kesekî ku navê wî nehat hînbûn jiyana xwe ji dest dan.

Tê fikarkirin ku hejmara mirîyan zêde bibe.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir