Buteflîka: Em ê pergala sîyasî biguherînin
Serokomarê Cezayîrê Abdulazîz Buteflîka destnîşan kir ew ê pergala siyasî biguherînin.
Serokomarê Cezayîrê Abdulazîz Buteflîka di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “ Bi beşdarbûna temamê terefan ew ê bi konferansa gotûbêja neteweyî pergala birêveberîyê bê guhartin.”
Buteflîka di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir makeqanûna nû dê bi dengdayîna referandûmê ji teref xelkê ve bê tesdîqkirin û ew ê pergala siyasî bê guhartin û ji hêla siyasî û aborîyê ve problem bên çareserkirin.(ÎLKHA)