• DOLAR 32.512
  • EURO 34.94
  • ALTIN 2430.764
  • ...
Hamas: Em ê tola şehîdan bistînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Siyonîstên terorîst û îşxalker doh êvarî li Nablûs û Ramallahê 3 xortên Filistînî şehîd kirin. Derbarê van xortên ku hatin şehîdkirin de ji teref Hamasê ve daxuyanîyek hat dayîn.

Di daxuyanîya ku ji teref Hamasê ve hat dayîn de hat diyarkirin; Hamas dê tola şehîdan bistîne û ji bo vê yekê jî xwedî hêz û derfet e.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji bo malbatên şehîdan peyama sersaxîyê hat dayîn û hat destnîşankirin; ew cinayetên siyonîstên terorîst dê ezm û cehda berxwedanê ya xelkê Filistînî neşkîne. Siyonîstên terorîst ew qas newêrek in ku newêr in derkevin pêşberî berxwedêran.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir