• DOLAR 32.575
  • EURO 34.998
  • ALTIN 2458.984
  • ...
Şehîdên Helepçê di salvegera 31emîn a qetlîamê de hat bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê 31 salan, dîktatorê Iraqê Sedam Husên, xazên kîmyewî yên sîyanît û xerdelê, bi ser bajarê Helebçe û bajarokên derdora wê de barandibû. Bi carekê de zêdetirî 5 hezar Kurd hatibûn şehîdkirin, dora 10 hezar kes jî birîndar bûbûn.

Ji ber minasebeta salvegera qetlîama Helepçe, li Helepçê bernameyeke bîranînê hat tertîpkirin. Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û bi axavtinên rayedarên ku beşdarî bernamê bûbûn berdewam kir. Di axavtinên ku hatin kirin de bal hatin kişandin li ser êş û jana ku hêj ji ber qetlîamê berdewam dike.

Di bernamê de bi dorê Walîyê Helepçê Azad Tewfîq, Alîkarê Serokê Meclîsa Iraqê Beşîr Haddad, Alîkarê Serokê Parlementoya Kurdistanê Hêmin Hewramî û Aras Abidê berdekê şehîdên Helepçê axavtin kir û şehîdên qetlîama Helepçê bi bîr anîn.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Abdurrahman Cens, Alîkarê Serokê Lijneya Îstîşareya Navendî yê HUDA PARê Îsa Aydin, Endamê Lijneya Îstîşareya Navendî yê HUDA  PARê Abdussemed Yalçin û partîyî jî beşdarî bernameya bîranîna şehîdên Helepçê bûn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir