• DOLAR 32.386
  • EURO 35.085
  • ALTIN 2326.429
  • ...
Erdogan derbarê “Ayasofya”yê de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomar Erdogan di mîtînga partîya xwe ya Tekîrdaxê de derbarê Ayasofyayê de daxuyanî da.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di mîtînga partîya xwe ya li Tekîrdaxê de axivî. Di dema axavtina Erdogan de kesên ku beşdarî mîtîngê bûn dirûşme avêtin û ji Erdogan teleb kirin ku Ayasofya ji bo îbadetê bê vekirin.

Ji ber van dirûşmeyan Erdogan wisa axivî: “Ew ê tu bibêjî em Ayasofyayê dagirin, lê ew ê tu Mizgefta Sultan Ahmed a li kêleka wê tije nekî. Divê em neyên van lîstikan, ev tev lîstik in. Em baş dizanin çi tiştî kengî û çawa bikin. Ev bênamûs ji ber ku wisa  gotin em di vî warî de gav navêjin. Em dizanin gavên xwe çawa bavêjin. Em zimanê vê yekê ya siyasetê jî baş dizanin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir