Lîderê xaçperestê katolîg li qetlîama ku li camîyê hat kirin re negot “êrîşa terorê”
Francîsê lîderê xaçperestê katolîg li qetlîama ku li New Zelandê ji teref terorîstekî xaçperest ve di camîyê de hat kirin re negot “teror” ku ev yek balan kişand li ser xwe.
Francîsê lîderê xaçperestê katolîg ji êrîşa terora xaçperest a ku li New Zelandê di camîyekê de hat kirin re peyva “terorê” bikar neanî û êrîşê wek “çalakîya şiddetê” binav kir.
Francîsê katolîg di peyama ku weşand de destnîşan kir “Em nexasim li ba civaka Misliman û xelkê New Zelandê ne.” Ji ber ku Francîs êrîşa terorê ya ku di camîyê de hat kirin wek “çalakîya şiddetê ya bêwate” navend gotinên wî bû sedema bertekan; lewra ji teref temamê raya giştî ya cîhanê ve ev êrîşa ku hat kirin wek êrîşeke terorê hat navend.(ÎLKHA)