Li Filistînê xortekî din jî hat şehîdkirin
Siyonîstên terorîst û îşxalker xortekî din ê Filistînî şehîd kirin.
Hat ragihandin siyonîstên terorîst û îşxlaker doh êvarî li bakûrê Milê Xerbê li nêzî bajarê Selfîtê êrîşî Filistînîyan kir. Di encama êrîşa ku hat kirin de xortekî din ê Filistînî hat şehîdkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezarate Tenduristîyê ya Filistînê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin siyonîstên terorîst û îşxalker doh êvarî li bakûrê Milê Xerbê li nêzî bajarê Selfîtê êrîşî Filistînîyan kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de xortekî din ê Filistînî yê bi navê Muhammed Cemîl Şahîn hat şehîdkirin û 40 Filistînî jî birîndar bûn.(ÎLKHA)