Ji ber qûtbûnên ceyranê derbarê Guaîdo de lêpirsîn hat destpêkirin
Ji ber qûtbûnên ceyranê yên li Venezuelayê derbarê lîderê muxalîf Juan Guaîdo de lêpirsîna “ sabotaja li pergala ceyranê” hat vekirin.
Hat ragihandin ji ber qûtbûnên ceyranê yên li Venezuelayê derbarê lîderê muxalîf Juan Guaîdo de ji teref Serdozgerê Venezuelayê Tareb Saab ve lêpirsîna “ sabotaja li pergala ceyranê” hat vekirin.
Ji ber qûtbûnên ceyranê yên ku ji roja pêncşema borî ve li Venezuelayê pêk tên li welêt gelek problem rû dan.
Nîcolas Maduroyê Serokê Venezuelayê di daxuyanîya ku berî niha dabû de destnîşan kir qûtbûnên ceyranê sabotaj e û bi teknolojîya Amerîka hatiye kirin.(ÎLKHA)