• DOLAR 32.59
  • EURO 34.852
  • ALTIN 2507.365
  • ...
Siûd li Yemenê cardin qetlîam kir: 14 zarok û 9 pîrek tevde 40 kes hatin qetilkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin balafirên hezên koalîsyonê yên ku Siûd ji wan re pêşvantî dike li Hacceya 40 kesên ku di nav de zarok û pîrek jî hebûn şehîd kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hêzên koalîsyonê doh êrîş birin li ser wargehên sîwîl. Di encama bombebarana ku li Hacceya Yemenê hat kirin pîrek û zarok jî di nav de 40 kes hatin qetilkirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Tê diyarkirin di nav kesên ku hatin qetilkirin de herî 14 zarok û 9 pîrek jî hene.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Yemenê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ew ambûlansên xwe ji bo birîndaran şandine herêmê; lê belê ambûlansên wan bi xwe jî hatine hedefgirtin.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir