• DOLAR 32.483
  • EURO 34.833
  • ALTIN 2439.675
  • ...
Şehîdên Qerecdaxê li ber serê qebrên xwe hatin bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn di 10ê Adara 1994an de kesên PKKyî li rêya gundê Gogweriya Çinarê mayîn bi cî kiribûn û di encama teqîna mayinê de 11 Misliman şehîd bûbûn. Ji ber salvegera şehadeta 11  Mislimanan ji teref Platforma Karwana Şehîdan ve bi bernameyeke ku hat tertîpkirin li ser qebrên xwe hatin bîranîn.

Her weke ku eşkere ye di salên 90î de PKK gelek zilm û tehdayî li gelê Kurd ê Misliman kir. Bêşik û şiphê ji vê zilm û zordariyê re Qerecdaxa Diyarbekirê jî şahid e. Qerecdax cihekî wiha ye ku lê ji teref PKKyiyan ve bi dehan Mislimanên Kurd lê hatine şehîdkirin.

Xelkê gundê Gogweriya Qerecdaxê ji ber ku tu carî serê xwe li ber zilma PKKê netewand  rastî êrîşa kesên PKKyî hat. Di 10a Adara sala 1994an de kesên PKKyî van Mislimanên ku serê xwe li ber zilma wan netawandibû hedef girtin û bi mayinan êrîşî Mislimanên gundê Gogwerî kirin.Di encama teqîna mayina PKKyiyan de 11 mezlûm şehîd bûn.Piştî vê hewadîsa elemnak kesên ku hatibûn qetilkirin wek ‘Şehîdên Mayînê yên Qerecdaxê’ hatin  bîranîn.

Navên şehîdên ku di êrîşa bi mayin de hatibûn şehîdkirin bi vî awayî ne: “Îbrahîm Dagtekîn, Mele Xidir Akyol, Bedrî Soysal, Muhammed Xelîl Gulçer, Muhammed Emin Gulçer, Tacettîn Parlak, Xelîl Demîr, Kutbettîn Ayhan, Muhammed Ayhan, Hecî Remezan Yeşîl û Remazen Gulçer.”

Ji ber minasebeta salvegera şehadeta Şehîdên Qerecdaxê ji  teref Platforma Kerwana Şehîdan ve bernameyek hat tertîpkirin. Bername bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û bi axavtina Mela Muzaffer Karavîl berdewam kir.

 “Ger em îro karibin bi rihetî Îslamê teblîx bikin, ev yek ji saxîya xwîna şehîdan e”

Karavîl di destpêka axavtina xwe de diyar kir divê Misliman şehîdan qet ji bîr nekin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger em îro karibin bi rihetî Îslamê teblîx bikin, ev yek ji saxîya xwîna şehîdan e. Divê mal û milkê dinyayê me nexapîne. Divê zewq, meqam û lezzetên dinyayê me nexapîne. Ey gelê Mislimanan!  Em îro ji bo van şehîdên mibarek li vê derê civîyan.  Divê em vê yekê baş zanibin; 124 hezar pêxember hatine. Piştî wan meqama wan meqama herî bi qedr û qiymet a şehîdan e. Ger em vê yekê bixin hisabê em ê wê demê hedîsa Resûlullah baş fam bikin. Resûlê Xwedê dibêje: ‘ Her kî şehadetê teleb neke û bimire dê li ser cehaletê bimire.’ Ya Rabbî! Eşq û hezkirina şehadetê ji dilê me dernexe. Ya Rabbî! Birayên me çawa ku mal û ewladên xwe di rêya te de feda kiribin, bi heman awayî şiûreke wisa bike nesîbê me jî.”

 “Şehîd ji zaliman re şahid e”

Karavîl di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew kesên ku şehîd bûne ji zilma wan kesên zalim re şahid in û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Şehîd şahîd e.  Şehîd ji qudreta Xwedayê ku Rebbê aleman e re şahid e. Şehîd ji îmanê re şahid e. Şehîd ji wê eşqa Xwedê re jî şahid e. Şehîd; ji nûra Xwedê re, ji hîdayeta dînê Îslamê re, ji fedakarîya dînê Îslamê re, ji kufrê re, ji zaliman re, ji tarîtîyê re, ji roja mahşerê re şahid e. Ya Rabbî! Tu me jî ji roja mehşerê re bike şahid.”

 “Kafir û xaînên memlet li hember Îslamê şer kirin: lê belê rezîl bûn”

Karavîl di berdewama axavtina xwe de qala destpêka şehadetê kir û diyar kir ‘Şehîdî tu carî nerawestîyaye û her tim berdewam kiriye. Hz. Eyyûb el-Ensarî di 90 salîya xwe de li ser pişta hespan 3 hezar kîlometre rê hat û li Kostantînîyê canê xwe feda kir” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Îro em ji hukmên Xwedê dûr ketine. Lewra em ji hukmên Resûlullah dûr ketine. Îro em ji biratîya Îslamê û tifaqê dûr ketine ku ji ber vê yekê îro ev tişt tên serê me. Îro em zarokên xwe li ser teqwayê nikarin mezin bikin. Lê belê hûn jî şahid in, hemd ji Xwedê re ku dema ku esra me de doza Îslamê derket em jê zêde dûr neketin û me şehadetê nas kir. Bi saxîya biratîya Îslamê, şerîat û hezkirina Xwedê Misliman li ser pîyên xwe sekinîn. Di nav Mislimanan de tifaq çêbû. Kafir û xaînên memlet li hember Îslamê şer kirin: lê belê rezîl bûn. Hêz û hejmara me hindik bû; lê belê me bi hezkirina Xwedê û şehadetê qezenc kir. Divê îro jî wek wan rojên berê dînê Îslamê û doza Îslamê di qelbên me de hebe.”

 “Her kî ji bo navê Xwedê bilind bike bixebite, Xweda pê re ye”

Abdurrahman Gulçerê ku lawê wî di êrîşa mayînê de şehîd bû di axavtina xwe ya ku kir de qala ehemîyeta şehîdbûnê kir û wiha axivî: “ Divê Misliman her tim Xwedê zikir bikin. Resûlê Xwedê dibêje ‘ Dema ku hûn çûn nava civakekê Xwedê zikir bikin. Xweda rehmetê li wan civakê ku lê navê Wî lê tê zikirkirin dike.’ Em ê jî navê Xwedê zikir bikin. Ji xwe wesfekî Mislimanan de zêde zikirkirina navê Xwedê ye.”

 “Roja qiyametê rojeke pir xeternak e; lê belê ne ji bo wan”

Gulçer di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê Misliman her tim di oxira Xwedê de micadele bikin û jiyana xwe li gorî Wî biborînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xweda di Qur’ana Kerîm de derbarê şehîdan de wisa dibêje ‘ Ji wan kesên ku di oxira Xwedê de şehîd dibin re nebêjin mirî; bîlakîs ew zindî ne û li qeta Xwedê tên riziqkirin.’ Xweda ji wan canê wan teleb kiriye û di beramberê vê yekê de dê cennetê bide wan. Xweda pir zêde qedr û qiymet daye wan. Roja qiyametê rojeke pir xeternak e; lê belê ne ji bo wan.”

 “Xwîna şehîdan rehmet û bereket e”

Gulçer di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ê di qeta Xwedê de gelek zêde nimet ji şehîdan re bê dayîn û dû re wiha dawî li axavtina xwe zêde kir: “ Ew ê ew şehîdên ku di rêya Xwedê de şehîd bûne, li ber sîya erşa Xwedê bêhna xwe vedin. Ji bilî şehîdan tu kesê din piştî mirinê naxwaze cardin were li ser rûyê erdê. Ew ji ber fezîleta ku Xwedê daye wan dixwazin vegerin dinyayê da ku cardin şehîd bibin. Şehîd ji bo însanan rêber in. Xwîna şehîdan rehmet û bereket e. Îro hinek kes hema kî bimire jê re dibêjin şehîd. Lê belê şehîd ew kes in ku di rêya Xwedê de tên kuştin. Micadele bes di rêya Xwedê de ye.”

Bername bi diaya ku hat kirin bi dawî bû.(ÎLKHA)







































































Bu haberler de ilginizi çekebilir