• DOLAR 32.534
  • EURO 34.839
  • ALTIN 2429.489
  • ...
Qûtbûna ceyranê li Venezuelayê dibe sedema mirinan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin qûtbûnên ceyranan ên ku tê diyarkirin ji ber êrîşa sîber ê Amerîka pêk hatine 36 kesên ku li Venezuelayê di nexweşxanê de dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin exlebeyê kesên ku jiyana xwe ji dest dane pitikên ku hêj nû hatine dinyayê û tê dermankirin in. Li Venezuelaya ku li 23 parêzgehên wê ceyran qût bûye welatî ji bo karibin ji jenetoran re sotemenî bistînin berê xwe dan sotemenîfiroşan û ketin rêzê. Her wisa ji ber tunebûna ceyranan her ku diçe problem zêdetir dibin. Ji ber ceyranê seferên balafiran hî hatin betalkirin.

Nîcolas Maduroyê Serokê Dewleta Venezuelayê derbarê mijarê de destnîşan kir “Ev bi şikleke eşkere şerê ceyranê ye. Ew emperyalîzma ku Amerîka jê re pêşîvantî dike dê têk biçe.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir