• DOLAR 32.523
  • EURO 34.905
  • ALTIN 2454.5
  • ...
“Weqfa Evîndarên Pêxember: Sê meh ji bo muminan firset in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve ji ber minasebeta destpêka sê meh û Qandîla Regaîbê peyamek weşand, di peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin, sê meh ji bo muminan firset in.

Berdevkê Koordînatorîya Marmarayê Yûsif Tutak li ser navê Navenda Giştî ya Weqfa Evîndarên Pêxember daxuyanî da. Tutak di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, di van 3 mehên ku mehên efû û mexfîretê ne de  zêdetir xêr bên kirin; lewra ev meh ji bo muminan fersend in.

Tutak di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “ Em ketin 3 mehên ku meha Remezanê û Leyletul Qedra ku ji hezar şevan bi xêr tir e di nav xwe de dihewînin. Ji ber vê yekê em kêfxweş û bextewar in. Resûxlê Xwedê ji bo sê mehan dibêje ‘ Ya Rebbê min! Tu mehên Recep û Şabanê derheqê me de mibarek bike û me bigihijîne Remezanê.’ Ev meh ji bo muminan fersend in. Di meha Recepê de Qandîla Regaîb û Mîracê, di meha Şabanê de Qandîla Beratê û di meha Remezanê de jî şeva Leyletul Qedrê heye. Ev meh ji Rebbê me ji bo me îkram in.Maden Rebbê me wextên wisa taybet daye me, divê em di van wextan de  xêran bikin û qedr û qiymeta van wextan zanibin. Rebbê me di Sûreya Înşîrahê de dibêje ‘Dema ku te karek xelas kir, bi lez dest bi kareke din bike û berê xwe bide Xwedê.’ Naxwe werin em wextê xwe bi kar û barên bi xêr derbas bikin”.

Tutak di berdewama axavtina xwe de hedîsa “ Recep meha Xwedê, Şaban a ummetê û Remezan jî meha min e” di bîran xist û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bila di teşbîhê de xeta tune be; meha Recebê meha tovreşandinê, meha Şabanê meha avdanê û meha Remezanê jî meha paleyîyê ye. Di van mehan de divê em amelên bi xêr bikin û silayî rahîm ango çûyîn û hatina bi ser nasan de zêde bikin. Dîsa divê em dia, nimêj, rojî û sedeqayan zêde bikin. Berîya her tiştî divê em li ber dilan re herin û ji bo perwerdekirina însanan hewl bidin. Divê em ji vê yekê re wext tayîn bikin. Ji ber vê minasebetê  em daxwaz dikin ku ev meh bibin wesîleya xêran û em ji Xwedê niyaz dikin ku dawî li hestir û xwîna ku li ser alema Îslamê dirjîn bê anîn.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir