• DOLAR 32.453
  • EURO 34.487
  • ALTIN 2467.603
  • ...
Rejîma Siûdî El Avdeyî dernexist mehkemê û ew bi îdamê darizand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Dr. Abdullah Necel El Avdeyê  lawê Selman El Avdeyê dawetvanê Siûdî ye û ji 10ê Îlona sala 2017an vir ve  hatiye girtin, bêyî ku bê derxistin mehkemê ji teref Siûd ve bi cezaya îdamê hat darizandin.

Abdullah Abdeyê lawê Dr. Abdullah Necel El Avdeyî derbarê mijarê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek da û destnîşan kir “ Serdozger parvekirinên bavên min ên li ser twîtterê û xebatên wî yên ilmî û çandî ji xwe re kir bihane û ew bi sûcên bêesil sûcdar kir û di vê rûniştina mehkemê de jî bi israr ji bo bavê min cezaya îdamê xwest.

 Parêzerên dozê jî derbarê mijarê de ji Parîsê daxuyanîyek belav kirin û destnîşan kirin El Avde bi polîtîkaya zilmê ya Siûdî tê darizandin û ew bikarin ku ji nişka ve ew bê îdamkirin ku ev yek êrîşek e ku ji teref rejîma Siûd ve azadîya fukr û ramanê tê kirin e.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir