• DOLAR 32.564
  • EURO 34.954
  • ALTIN 2444.413
  • ...
Serokê Giştî yê Memûr-Senê ji Ustun Dokmenî re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ustun Dokmenê ku akademîsyen e di bernameyeke ku beşdarî bûbû de derbarê mamosteyên ku serê xwe dinixûmînin de diyar kiribû “Ew kesên ku tesetturê didin serê xwe nijarin bibin mamosteyên rêber û şşewirmendîya psîkolojîk bikin.” Elî Yalçinê Serokê Giştî yê Memûr-Sen û Egîtîm-Bîr-Senê ji Ustun Dokmenê ku heqaret li mamosteyan kir re bertek nîşan da.

Yalçin di daxuyanîya ku ji ser medyaya civakî belav kir de wiha got:

Ustun Dokmenê ku berî niha di civîna MEBê ya li Entalyayê de mamosteyên Agahîya Exlaq û Çanda Dîn hedef girt, niha jî li Sakarayayê nêrîna xwe ya derbarê mamosteyên bi hîcab de eşkere kir. Radibe van tiştên ku pê heqaretê li mamosteyan dike jê we re di bin zanistê de dike. Ustun Dokmen di axavtina xwe ya ku li Sakaryayê kiriye de gotiye ‘Çawa ku firokevanek divê ne serxoş be, divê Xiristîyanekî psîkoloh jî xaca divê nexe stûyê xwe; bi hemana awayî ew mamosteya rêbertîyê jî divê hîcabê nede li ser xwe û di dema îcrakirina meslekê de nebêje înşallah, maşallah, a bi xêr.’ Tiştê ku vî zilamî gotine ne tiştên biçûk in.”

“Hişê MEBê hişekî çawa ye ku digel ev qas heqaretan gazî vî zilamî dikin da ku beşdarî bernameyan bibe”

Yalçin di berdewama parvekirina xwe de diyar kir zilamên bi vî awayî bi salan di bin navê zanistan de meşrîyeta zilmê deranîn hol û dû re wiha li got: “ Ev zilma ku ji teref wan ve hat kirin bi berxwexana me ya bênavber bi dawî bû. Hişê MEBê hişekî çawa ye ku digel ev qas heqaretan gazî vî zilamî dikin da ku beşdarî bernameyan bibe. Ez ketim pey meselê û min got gelo di pey vekê de tiştek heye, belê rast e di pey vê yekê de tiştek heye: gerok. Ez hêvî dikim ku vêcarê ji van tiştên ku pêk hatine ders û ibret bê girtin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir