“Em di warê mûşekên S-400 de qetîyen bi paşve gav navêjin”
Erdogan di daxuyanîya ku da destnîşan kir “Em di warê mûşekên S-400 de qetîyen bi paşve gav navêjin.”
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di bernameyeke ku beşdarî bû de derbarê rojevê de nirxandinan kir. Erdogan derbarê mûşekên S-400 de diyar kir “Di warê S-400an de me kar xelas kir, em ê di warê mûşekên S-400 de qetîyen bi paşve gav navêjin. Me û Rûsan li hev kir, em ê hilberîna hevpar bikin, dibe ku piştî S-400an dest bi S-500î bikin.”
Erdogan di berdewama axavtina xwe de derbarê hilbijartinan de destnîşan kir ger weke berê dîsa bûyer rû bidin ew ê meselê bibin darazê û cardin qayyûm tayînî şaredarîyan bikin.(ÎLKHA)