Siyonîstên terorîst û îşxalker êrîşî Xazzeyê kirin
Siyonîstên terorîst û îşxalker êrîşa asimanî birin li ser Xazzeyê.
Hat ragihandin siyonîstên terorîst û îşxalker doh êvarî êrîşa asimanî birin li ser Xazzeyê.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonîstên terorîst bi balafirên bêînsan ên bi çek êrîş bibin li baregaha berxwedanê ya li rojhilata li kampa penaberan a li rojhilata Xazzê. Ji ber êrîşa asimanî ya ku hat kirin tiştek bi tu kesî nehat.
Derbarê mijarê de ji teref Avîchay Adraeeyê berdevkê siyonîstên terorîst ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ew êrîşeke asimanî birine li ser baregaheke Hamasê.(ÎLKHA)