• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Agirî pevçûna çekdarî: Mirîyek 3 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Patnosa Agirî di navbera du malbatên ku di naveyna wan de hisûmet hebû de pevçûna çekdarî derket, di encama pevçûna ku derket de kesek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Pevçûn li ser Kolana Malazgîrta Taxa Înonuyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di navbera du malbatên ku berî vê 20 rojan di navbera wan de hisûmet derketibû ketin minaqeşê û minaqeşe bû pevçûn. Di pevçûnê de çek hatin bikaranîn. Di encama pevçûnê de kesê bi navê K.N. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û 3 kesên bi navê M.Ç., M.A. û M.M.S. jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê pevçûnê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir