• DOLAR 35.443
  • EURO 36.354
  • ALTIN 3063.15
  • ...
“Xelkê Îranê dê ji terorîstan heyfa şehîdên xwe bistîne”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranê li Bendera Lengeya girêdayê parêzgeha Hurmuzgana li başûrê Îranê xîtabî xelkê kir. Rûhanî di axavtina xwe ya ku li wê derê kir de balan kişand li ser leşkerên Îranê yên ku di êrîşa ku hat kirin de hatin kuştin û destnîşan kir ew ê heyfa şehîdan bistînin.

“Xelkê Îranê dê ji terorîstan heyfa şehîdan bistîne”

Rûhanî di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Xelkê Îranê dê ji terorîstan heyfa şehîdan bistîne. Ew hovên ku muhafizên me fedaker ên ku sînorên me muhafeze dikin şehîd kirin dê nikaribin ji ber întîqama me birevin.”

“Ew kesên ku zen dikin Amerîka û siyonîst aramî û hizûrê bînin herêmê di nav xeletîyeke mezin de ne”

Rûhanî di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser helwesta Amerîka û siyonîstan a li herêmê û axavtina xwe wiha domand: “ Ew kesên ku zen dikin Amerîka û siyonîst aramî û hizûrê bînin herêmê di nav xeletîyeke mezin de ne. Pêwîst e em Misliman bibin yek û ewlehîya herêmê saz bikin. Lê belê hinek dewlet  ketine rêyeke xelet û xwe bi Amerîka û siyonîstan ve girtine.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir