• DOLAR 32.38
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2326.131
  • ...
“Temamê kesên ku beşdarî vê organîzasyonê bûn qezenc kirin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li tevahîya Tirkîyê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve Îmtîhana Sîyerê ya bi xelet hat tertîpkirin. 15 hezar Stenbolîyên ku li 30 navendên cuda beşdarî îmtîhanê bûn eleqeyeke mezin nîşanî îmtîhanê dan. Berdevkê Koordînatorê  Marmarayê yê Platforma Evîndarên Pêxember Yusuf Tutak derbarê îmtîhana ku hat tertîpkirin de diyar kir “ Hemû kesên ku beşdarî vê îmtîhanê bûn qezenc kirin.”

 “Me bi vê îmtîhanê ji xwe re kir hedef kur exlaqê xweşik ê Resûlê Xwedê bi însanan bidin nasandin”

Tutak di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek Koordînatorîya Marmarayê nêzî 4 mehan ji bo îmtîhana sîyerê xebat kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hemd ji Xwedê re 15 hezar kes li Stenbolê serî li îmtîhanê dan. Me bi vê îmtîhanê ji xwe re kir hedef kur exlaqê xweşik ê Resûlê Xwedê bi însanan bidin nasandin. Min bi birayekî xwe re xeber da. Dema ku min ew guhdar kir, min ji xwe re got ku em gihaştin hedefa xwe. Lewra ew birayê min ji min re got ku ; dema ku min dest bi xwendina kitêbê kir bi niyeta qezenckirina  xelatê dixwand, lê belê dema ku min kitêb xwend ez jiyana Resûlullah hîn bûm. Her çi qas min jiyana wî xwend, min zêdetir jê hez kir.”

“Temamê kesên ku beşdarî vê organîzasyonê bûn qezenc kirin”

Tutak di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew 4 mehan  ji bo vê îmtîhanê xebitîne û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Dema ku zarokên biçûk digel dê û bavên xwe bi şiklekî rûken hatin îmtîhanê em jî kêfxweş bûn.  Hemd ji Xwedê re niha dildarên Resûlê Xwedê li vê derê kom bûne. Temamê kesên ku beşdarî vê organîzasyonê bûn him di warê dinyayê de û him jî di warê axretê de dê qezenc kirin.  Em ê di dawîya vê îmtîhanê de xelata umrê bidin 5 kesan. Her wisa nêzî 2 hezar xelatan jî dê bên belavkirin. Ez ji vê derê ji wan dildarên xwe yên ku bi şev û roj ji bo tertîpkirina vê îmtîhanê xebitîn teşekur dikim.”(ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir