• DOLAR 32.582
  • EURO 35.004
  • ALTIN 2457.373
  • ...
HUDA PARstratejîya xwe ya hilbijartinê dê roja şemîyê beyan bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin HUDA PARa ku dikare bikeve hilbijartinên şaredarîyê ew ê di 12ê Çileyê de  bi daxuyanîya çapemenîyê stratejîya xwe ya hilbijartinê beyan bike.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuzê ku beşdarî bernameya "Rehber Gundem"ê ya Rehber TVyê bû derbarê stratejîya hilbijartinê ya HUDA PARê de daxuyanî da.

Yavuz di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir êdî pêvajoya hilbijartinê dest pê kiriye û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: "Partî namzedên xwe yên şaredarîyê diyar dikin, hinek partî jî tifaqê dikin û vê tifaqê bi raya giştî re parve dikin. Elbet, ew ê HUDA PAR jî derbarê vê mijarê de qerarekê bide. Ew ê roja înê Lijneya Îdareya Giştî ya partîya me bicive û ew ê qerar bê girtin. Ew ê di 12ê Çileyê jî ev qerara bi daxuyanîya çapemenîyê bi raya giştî re bê parvekirin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir