• DOLAR 32.36
  • EURO 35.123
  • ALTIN 2323.15
  • ...
Hamasê 45 kesên ku sîxûrtî dikirin qefalt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Teşkîlata  Ewlehîya Navxwe ya ku girêdayê Wezareta  Ewlehîya Neteweyî û Karên Navxweyî ya Filistînê ya li Xazzeya di bin kontrola birêvebirîya Hamasê de ye ji meha mijdarê vir ve 45 kesên ku ji rejîma siyonîst re sîxûrtîyê dikirin tespît kir û wan binçav kir.

Di qeyda vîdyoyê ya ku derbarê mijarê de hat weşandin de tê dîtin hinek kesên ku hatine binçavkirin îttîraf kirine ku ew ji bo rejîma îşxalê sîxûrtî kirine.

Wezaret di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir binçavkirin piştî wê êrîşa siyonîstan a ku di meha mijdarê de li xeta Xazzê hatibû kirin hatine kirin. Berdevkê Wezareta  Ewlehîya Neteweyî û Karên Navxweyî yê Xazzê Iyad el-Bezm bang li sîxûran û îşxalkeran kir û destnîşan kir sîxûrên wan ên li Xeta Xazzê di destên wan de ne. El-Bezm di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ji teslîmbûnê pêve tu rê li ber sîxûran tune ye û rejîma îşxalker û siyonîst ji bo zirarê bide xelkê Filistînî ji xwe re sîxûran ayar dike.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir