• DOLAR 32.563
  • EURO 34.963
  • ALTIN 2434.492
  • ...
Larîcanî: Îran her tim piştgirîyê dide berxwedana Filistînê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Elî Larîcanîyê Serokê Meclîsa Şûraya Îslamî ya Îranê destnîşan kir ji berxwedana Filistînê re piştgirî dayîn dê ji bo ewlehîya herêmê bi fêde be û Îran her tim piştgirîyê dide xelkê Filistînê û berxwedana wan.

Di navbera Zîyad El Nîhaleyê Sekreterê Giştî yê Hareketa Cîhada Îslamî ya Filistînê û Serokê Meclîsa Şûraya Îslamî ya Îranê Elî Larîcanî de li Tahranê hevdîtinek çêbû. Di hevdîtina ku hat kirin de geşedanên dawî yên li Filistînê, xwepêşandanên Meşa Mezin a Vegerê hatin gotûbêjkirin û hat destnîşankirin berxwedana xelkê Filistînê stratejîya rejîma siyonîst û Amerîka vala derxistiye.

Larîcanî di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir hinek welatên Ereban bi şikleke fermî bi siyonîstan re dikevin pêwendîyê û hinek ji wan jî bêdeng dimînin ku ev yek zirarê dide xelkê mezlûm ê Filistînê.

Zîyad El Nîhaleyê Sekreterê Giştî yê Hareketa Cîhada Îslamî ya Filistînê jî di hevdîtinê de ji ber piştgirîya ku ji berxwedana Filistînê re tê kirin ji Îranê re teşekur kir û diyar kir di encama her du şerên ku di van mehên dawî de li Xazzê pêk hatin de cepheya berxwedanê muzaffer bûye.

Nîhale dû re bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, Wezîrê Karên Derve Cevad Zarîf û Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlehîya Neteweyî re hevdîtin kir.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir