• DOLAR 32.567
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2448.287
  • ...
 "Dixwazin li welêt alozîyê derînin û ji darbê re bingeh amade bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Guneş di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew wê zihnîyeta Oda Tvyê baş nas dikin ku ev zihniyet hewl dide li welêt şert û mercên darbê amade bike.

 "Ev zihniyet hewl dide li welêt şert û mercên darbê amade bike"

Guneş di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew êrîşên ku li Pêxember û nirxên Îslamê tên kirin jiberxwe nayên kirin; bereks bi şikleke plankirî û zanebûn tên kirin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em dibînin her ku diçe êrîşên ku li hember Pêxemberê me û nirxên Îslamê tên zêde dibin.  Ew nivîsa ku ji teref Oda Tv ve hatiye weşandin yek wan êrîşan e. Em dizanin ku hinek qeydên din jî hene. Di nav civakê de bawerîyeke wisa heye; em çi qas bi ser wan de herin ew ê karê ku dikin pêşdetir bibin, divê meriv van nebîne! Lê belê ev yek ne mimkûn e. Ew êrîşên ku li Pêxember û nirxên Îslamê tên kirin jiberxwe nayên kirin; bereks bi şikleke plankirî û zanebûn tên kirin.  Bı şikleke plankirî û di çarçoveya bernameyekê de dixwazin xelkê tahrîk bikin û tevlîhevî û alozîyê derînin. Em rabirdûya van kesan dizanin. Di rabirdûyê de jî tiştên wisa kirin. Vaye Mereş, Sêwas û bûyerên Madimakê ji vê yekê re mînak in. Ev zihniyet hewl dide li welêt şert û mercên darbê amade bike.

 "Çima li hember van heqaretên ku li Pêxemberê me tên kirin bêdeng tê mayîn?"

Guneş di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku êrîş li Îslam û nirxên wê hatin kirin divê dozger lêpirsînê bidin destpêkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Dema ku heqareteke biçûk bi xwe jî li mezinên dewletê û li Ataturk tê kirin dozger di heman demê de lêpirsîn didin destpêkirin da ku ew kes bên girtin. Lê çima li hember wan êrîş û heqaretên ku bi şikleke eşkere li Pêxemberê me tên kirin ev dozger bêdeng dimînin? Em dixwazin pirs vê yekê bê kirin."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir