• DOLAR 32.571
  • EURO 34.993
  • ALTIN 2441.78
  • ...
 "Divê meriv hifza xwe ji wan fikrên ku yekîtîya Qur'an û sunnetêneparêzin bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Prof. Dr. Alî Erbaşê Serokê Karên Diyanetê  di axavtina xwe ya ku li Civîna Meclîsa Fetwayê ya Avrasyayê ya 3emîn kir de destnîşan kir "Divê meriv hifza xwe ji wan fikrên ku yekîtîya Qur'an û sunnetê  neparêzin bikin."

Civîna Meclîsa Fetwayê ya Avrasyayê ya 3emîn di mazûvantîya Sazîua Bilind a Karên Diyanetê de li Sêtenbolê civîya. Prof. Dr. Alî Erbaşê Serokê Karên Diyanetê   jî beşdarî civînê bû û di civînê de axavtinek kir.

Erbaş di axavtina xwe de balan kişand li ser ehemîyeta sunneta Hz. Pêxember û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Hin kes hene ku qedr û qiymetê nadin cihê ehemîyeta sunnetê  ya di dîn de û yekîytîya  Qur'an û sunnetê piştguh dikin, dikevin nava nîqaşên bêfêde û zihnên neslên ciwan û  ummetê meşxûl dikin ku divê meriv hifza xwe ji van kesên ku hîkmet û maslahatê  davêjin paş û dikevin nav nîqaşan bikin."

Erbaş di berdewama axavtina xwe balan kişand li ser erk û wezîfeya aliman û diyar kir "Bi şikleke dirist û baş fêmkirina Qur'ana Kerîm û sunnetê û şîrovekirina wan wezîfeya aliman e."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir