• DOLAR 32.46
  • EURO 34.754
  • ALTIN 2435.993
  • ...
Gelek wesayît di bin pira bi xaçerê ya ku ji ber baranê bûbû gol de man
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Diyarbekirê ji ber barana ku ji doh êvarî ve barîya kolan, kuçe û pirên bi xaçerê din bin avê de man û gelek wesayît di nav avê de mahsûr man. Kesên ku di wesayîtên xwe de di nav avê de mahsûr man ji teref yekîneyên DÎSKÎyê ve hatin rizgarkirin.

Ji ber barana ku li bajêr zêde barîya li ser rêya Rihayêç pira bi xaçarê ya li nêzî Nexweşxaneya Welidîna Jinan e di bin avê de ma. Ji ber ku binê pirê tije av bûbû rê ji trafîkê re hat girtin. Li cihê bûyerê hat dîtin ku ji ber ku rê hatiye girtin trafîk tevlîhev bû û polêsan li derdorê ewlehî standin.  Du wesayîtên bi plaqeya 16 NGY 47 û 72 DS 910 ji ber baranê di bin pirê mahsûr mabûn ku şofêrê her du wesayîtan bi xebata ku ji teref DÎSKÎyê ve hat kirin hatin rizgakirin.

Zulfîkar Ayê ku wesayîta wî di avê de mabû derbarê tiştên ku bi serê wî de hatine wiha anî  zimên: "Serê şeveqê bû, em hatin vê derê pir di bin avê de mabû. Dema ku em di bin wan pirên din re derbas bûn tiştek nebû, lê dema ku me kir di bin vê pirê re derbas bibin wesayîta me stop kir û nema şuxilî. Ji her derê av dihat bin pirê, lê ava ku dihat bi derekê ve nediçû. Di serî pêşîyê de nêzî 15-20 cm av hebû, dû re ev av derket bilindahîya metroyekê. Av da nava wesayîtê. Me li kêşvanekî kir, lê ew nikaribû wesayîta me ji avê derîne. Me li yekî din gerîya, piştî xebata ku seat û nîv berdewam kir wesayîta min ji avê derxistin. Em ji rayedaran dixwazin ku di warê mexdûrîyetê de ji me re bibin alîkar û çareyekê ji vê derê re bibînin, bi vî awayî nabe."(ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir