Helîkoptera leşkerî ket nava bajêr: 4 leşker jiyana xwe ji dest dan
Li Sancaktepeya Stenbolêhelîkopterek ket, di encama bûyera ku pêk hat de 4 leşker jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin helîkoptereke leşkerî ket Taxa Sarigazîya Sancaktepeya Stenbolê. Di qezaya helîkopterê de 4 leşker jiyana xwe ji dest dan û leşkerek jî birîndar bû.
Walîyê Stenbolê Alî Yerlîkaya derbarê ketina helîkopterê de destnîşan kir 4 leşker jiyana xwe ji dest dan û leşkerek jî birîndar bû.
Hat hînbûn helîkopter a perwerdehîyê ye.(ÎLKHA)