• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ozturk Yilmaz ji CHPê hat îxrackirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê Ozturk Yilmazê Parlementerê Ardaxanê yê ku ji ber daxuyanîya xwe ya derbarê xwendina azanê ya bi zimanê Tirkî û ji ber daxuyanîya xwe ya derbarê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de bi teleba "îxraca teqez" hatibû sewqkirin lijneya dîsîplînê de qerar hat dayîn.

Lijneya Dîsîplînê ya CHPê qerar da ku Yilmaz ji partîyê bê îxrackirin.

Mazereta Gursel Erolê  Parlementerê Xarpêtê yê ku hatibû sewqkirin lijneya dîsîplînê hat qebûlkirin û ew ê Erol di 13ê Berfanbarê de parastina devkî bike.

Ozturk Yilmaz piştî ku ji CHPê hat îxrackirin re derbarê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ez naçim tu derî û wek xweser berdewam bikim.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir