• DOLAR 32.264
  • EURO 34.704
  • ALTIN 2394.665
  • ...
Îtîraza ku di doza Yasîn Boru de ji qerara beratê re hatibû kirin hat redkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Daîreya Cezayê ya 4emîn a Mehkemeya Edlî ya Herêmê ya Enqerê daxwazên îstînafê ya derbarê Doza Yasîn Boru de red kir.

Mahkeme wê îtîraza ku di doza Yasîn Boru de ji qerara beratê re hatibû kirin, red kir û destnîşan kir ew qerara ku ji teref mehkemeya mehelî ve hatiye dayîn li gorî usûl û qanûnê ye.

Mehkeme her wisa wan îtîrazên ku derbarê xerakirina cezayên wekîlên bersûcan de jî hatibû kirin ji esasê red kir.

Wekîlên mexdûran derbarê mijarê de diyar kirin ji bo ew bersûcên ku derheqê wan de qerara beratê hatiye dayîn jî cezayê bistînin em ê serî li Yargitayê bidin.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir