Li Kabîlê êrîş li bernameya mewlûdê hat kirin: 40 kes şehîd bûn
Li Kabîla paytexta Efxanistanê êrîş li bernameya mewlûdê hat kirin. Di êrîşa bombeyî ya ku hat kirin de 40 kes şehîd bûn û 60 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Kabîla paytexta Efxanistanê dema ku ji ber minasebeta salvegera wîladeta Hz. Muhammed (silavên Xwedê lê bin) bernameya mewlûdê dihat tertîpkirin êrîşa bombeyî hat lidarxistin. Di encama êrîşa bombeyî ya ku li bernamê hat kirin de 40 kes şehîd bûn û 60 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin êrîşa ku hatiye kirin ji teref kesekî xwekuj ve hatiye kirin. Hêj nayê zanîn êrîş ji teref kî ve hatiye lidarxistin.(ÎLKHA)