Mînîbûsa karkeran û tanker li hev qelibîn: 8 birîndar
Li Rihayê mînîbûsa karkeran û tanker li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 8kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li Xalîlîyeya navçeya Rihayê mînîbûsa bi plaqeya 63 AY 966 a ku karkeran vediguhast û tankera bi palqeya 63 YF 001 a sotemenîyê li hev qelibîn. Qeza li Taxa Qisasê pêk hat. Di encama qezaya ku pêk hat de 8 kesên ku di wesayîtan de bûn birîndar bûn.
Kesên ku ji ber qezayê birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)