Merkel: Ew ê ji Erebistana Siûd re çek neyê firotin
Serokwezîra Almanya Angele Merkel destnîşan kir heta ku bûyera Kaşikçi neyê ronîkirin ew ê ji Erebistana Siûd re çek neyê firotin.
Derbarê kuştina Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi ya di Serkonsulxaneya Stenbolê ya Siûd de ji welatên cûrbecûr daxuyanî tên dayîn.
Serokwezîra Almanya Angele Merkel derbarê mijarê de daxuyanîyek da.
Merkel di daxuyanîya ku da de destnîşan kir pêwîst e bûyerên ku qewimîne bên ronîkirin, heta ku bûyer neyê ronîkirin dê ji Siûdî re çek neyê firotin.(ÎLKHA)