• DOLAR 32.87
  • EURO 35.284
  • ALTIN 2497.328
  • ...
Li Diyarbekirê êrîşa çekdarî: 2 mirî 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Bismila Diyarbekirê êrîşa çekdarî li dikaneke komîsyonvanîyê hat kirin, di encama êrîşa çekdarî de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li Sikaka 604emîn a Taxa Akpinara Bismilê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin 2 kesên çekdar êrîş birin li ser dikana kesekî ku karê komîsyonvanîyê dikir. Di encama êrîşê de 4 kesên di dikanê de birîndar bûn.

Piştî xeber hat dayîn re polês û yekîneyên tenduristîyê hatin cihê bûyerê û kesên birîndar hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Digel temamê midaxeleyan Mustafa Çelebî(32) û Abdurrahman Kokel(62) jiyana xwe ji dest dan.

Hat hînbûn Orhan Çinarê (32) ku di êrîşê de giran birîndar bûbû hat sewqkirin Diyarbekirç.

Polês bo her du êrîşkar bên girtin xebat dan destpêkirin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir