• DOLAR 32.292
  • EURO 34.82
  • ALTIN 2413.789
  • ...
Di Meşa Mezin a Vegerê de 3 Filistînî şehîd bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin siyonîstên terorîst ên îşxalker bi çekan êrîşî xwepêşandarên ku beşdarî Meşa Mezin a Vegerê bûn kirin, di encama êrîşê de 3 Filistînî şehîd bûn û 376 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Filistînî ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin hêzên îşxalker êrîş birin li ser "Îna Berxedan û Qerardarîyê" û di encama êrîşa ku hat kirin de 3 Filistînîyên bi navê Faris es-Sersavî(12), Mahmud Ebu Selman(24) û Huseyîn Fethî er- Rakab(28) şehîd bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin her wiha di êrîşên siyonîstan de 376  Filistînî jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di êrîşan de ji birîndar rewşa 7an giran e û di nav birîndaran de 10 pîrek û 30 zarok jî hene.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir