• DOLAR 32.469
  • EURO 34.822
  • ALTIN 2445.527
  • ...
Demsala çêkirina dimsê dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Îskamboya Sêrtê van rojan qazan bo çêkirina dimsê hatin danîn û ehlê gund piştî berhevkirina tireh bi sed zehmetî û kedeke mezin hewl didin dimsê çêkin. Gundî pêşî tirehên sîncîrî yên ku ji rezan berhev dikin tînin ber mehserê û dadigrin çûwalan û dest bi karê derxistina şîreya wê dikin. Piştî ku şîreyê tirehê ku berhev kirine tê derxistin re êdî gundî dest bi karê kelandina ava tireh dikin û di dema kelê de gundî xwelîyê davêjin navê û demeke dirêj dikelênin. Piştî demekê ava ku kelîyaye bi bêhna xwe berde ji qazana derdixin. Piştî ku av dicemide re cardin dest bi kelandinê dikin û piştî demekê ava tireh dibe dims.

 "Em dimsê ji tirehê sîncîrî ya ku li herêma me digihije çêdikin"

Salih Uyenê ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî destnîşan kir ew nêzî 35 salan dimsê çêdike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ev karê ku em dikin karê bav û kalên me ye. Dema ku dims tê çêkirin ji gelek merhelayan derbas dibe û piştî kelandinê çêdibe."

Nûreddîn Epsoyluyê ku diyar kir dimsa Îskamboyê dimseke bi qalîte ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Pêşî tirehê ku tê berhvekirin di nava çûwalekê de di hawûz de tê perçiqandin û şîreya wê tê derxistin. Dû re ew şîre di qazaneke mezin de tê kelandin û xwelîya ku ji şewitandina dara berûyan tê bidestxistin dikin navê. Piştî ku kel tê ye, temamê pislikan derdikevin ser rûyê erdê û kef bi şîrê dikeve. Em wê kefê bi kefgirê diçînin. Piştî demekê wê ava ku dikele em vala dikin qazaneke din û nêzî 2-3 seatan dikelînin. Piştî demekê dims derdikeve holê."

 "Dimsa me sirûştî û organîk e"

Epsoylu di berdewama axavtina xwe de diyar kir çêkirina dimsê ji wan re ji bav û kalên wan maye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Dimsa me ji tirehê  sîncîrî yê ku li herêma digihije tê çêkirin û vaye bû 500 sal çêkirina dimsê ji bav û kalên me wek mîras ji me re maye. Tirehê Îskamboyê ne wek ya Entabê, Çukurova  û Manîsayê ye. Lewra dermanê li wan tirehên li wê derê direşînin. Li vê derê ev yek nayê kirin. Dimsa me bi temametî sirûştî û organîk e."(ÎLKHA)











































Bu haberler de ilginizi çekebilir