Hejmara kesên ku li Endonezyayê ji ber erdhejê mirin derket li ser 1558an
Di encama erdhej û tsunamîya ku li Girava Sulawesîya Endonezyayê pêk hat de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket li ser 1558an.
Îna borî li Girava Sulawesîya Endonezyayê di mezinahîya 7.7 û 7.5an de du erdhej pêk hatin û piştî erdhejan jî tsunamî pêk hat. Di encama erdhej û tsunamîyê de gelek kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Li gor agahîyên dawî yên ku hatine wergirtin hejmara mirîyan her ku diçe zêde dibe.
Berdevkê Birêveberîya Ajansa Afetê ya Neteweyî Sutopo Nugroho di daxuyanîya ku derbarê mijarê de belav kir destnîşan kir heta niha zêdetirî 1558 kesan jiyana xwe ji dest dan .
Li herêmê hêj xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)