Dest hat dayîn li ser 13 ton masîyan
Li Bûrsayê dest hat dayîn li ser 13 masîyên ku bo sihheta gel dibin sedema tehdîdê.
Êhat ragihandin li Bûrsayê dest hat dayîn li ser 13 ton û 393 kîlo masîyên ku bo tenduristîya gel dibûn sedema tehdîdê û îhtîtmal hebû zirarê bidin sihheta însên.
Li gor agahîyên ku hatina wergirtin ji destpêka qonaxa nêçîra masîyan vir ve di lêgerîn û kontrolên ku li Bûrsayê hatin kirin de tev de dest hat dayîn li ser 13 ton û 393 kîlo masîyên ku bo tenduristîyên gel bi zirar bûn. 9 ton û 825 kîlo masî hatin îmhakirin û 2 ton û 568 kîlo masî jî sewqî sazîyên kamûyê hatin kirin.(ÎLKHA)