Operasyona rapora tenduristîyê ya sexte: 100 binçavî
Kastomanu navend di operasyona rapora tenduristîyê ya sexte ya ku li 10 bajêran hat lidarxistin de 100 kes hatin binçavkirin.
Ji teref polêsên Kastomonu ve li hember kesên ku di nav wan de doxtor, hemşîre û xebatkarên tenduristîyê hebûn bi hinceta "rapora tenduristîyê ya sexte" operasyon li dar xist. Di operasyonên ku Kastamonu navend li Enqere, Qers, Stenbol, Bartin, Kayserî, Mûş, Sakarya, Erzîncan, Mugla û Tekîrdagê hatin lidarxistin de 100 kes hatin binçavkirin.
Şexsên ku hatin binçavkirin hatin anîn Midûrtîya Ewlehîyê ya Kastamonuyê.(ÎLKHA)