• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
 "Êrîşên 6-8ê Cotmehê operasyona rehîngirtina Kurdan bû"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Huseyîn Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê di salvegera êrîşên 6-8ê Cotmehê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir û destnîşan kir ew êrîş ji ber dijminantîya li hember HUDA PARê hatin kirin.

 "Ji ber kîn û nefreta li hember HUDA PARê êrîşên 6-8ê Cotmehê hatin kirin"

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir birêveberên HDPyî di wan daxuyanîyên xwe yên wê demê de rastetast HUDA PARê hedef nîşan dane û dû re wiha axivî: " Di roja êrîşên 6-8ê Cotmehê de ew kîn û nefreta ku li hember HUDA PARê di nav xwe de dihewandin derxistin derve û êrîşî HUDA PARê kirin. Ev ne êrîşek an jî çalakîyeke bertekê ya siwîl a ku çend kes an jî çend hezar kes xwe berdan kolanan û dû re asta bertekê mezin bû ye.  Ev yek berî niha hatibû plankirin û hedef berî niha hatibûn diyarkirin. Di wê pêvajoya ku bi hezar kesan  derxistibûn kolanan de hat xwestin ku  temamê muxalif û hedefan ji holê bên rakirin. Wê demê Hevseroka Diyarbekirêya BDPê Zubeyde Zumrut îftîra avêt û destnîşan kir 'Li Diyarbekirê 400 komeleyên Îslamî  yên ku pêwendîya wan bi DAIŞê re heye, hene Roj îro ye, temaman îmha bikin, nehêlin sibe.' Zumrut bi vê helwesta xwe komaleyên Îslamî hedef nîşan da. Lê belê digel van gotinan di pêvajoya çareserîyê û piştî wê jî derbarê Zumrut de lêpirsîn nehat vekirin."

 "Êrîşên 6-8ê Cotmehê operasyona rehîngirtina Kurdan bû"

Yilmaz di berdewama axavtina xwe diyar kir ji ber ku civak ji wehşeta 6-8ê Cotmehê re bertek nîşan da, rêxistin negihaşt armanca xwe. Yilmaz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Wê demê li Diyarbekirê provakatorîyeke wisa hat kirin. Camîayên Îslamî hatin hedefnîşandan  û bi vê yekê hat xwestin ji holê bên rakirin. Rêxistin dixwast li herêmê hakîmîyetê têxe destê xwe. Êrîşên 6-8ê Cotmehê operasyona rehîngirtina Kurdan bû. Ev proje bi ser neket. Ji ber ku civak ji wehşeta 6-8ê Cotmehê re bertek nîşan da, rêxistin negihaşt armanca xwe û bi paşve gav avêt. Bi vî awayî hat astengkirin ku rêxistin bigihije armanca xwe."

 "HDP/PKK xortên Kurdan xist haleke wisa ku ciwanên Kurdan orf û adetan nas nekirin, li hember dîn û dîndaran bêrûmet hereket kirin û bûn wehşî"

Yilmaz di dawîya axavtina xwe balan kişand li ser wehşeta 6-8ê Cotmehê û wiha axivî: "Êrîşên 6-8ê Cotmehê wehşeteke wisa bû ku hemû kesên bi rih dihatin hedefgirtin. Pîrekên nixûmandî, bi çarşef û bi tesettur û zilamên li ba wan hedef bûn. Bi vî awayî bi dehan însan hatin kuştin û hatin birîndarkirin. Tiştekî ku li ser bê sekinîn heye; HDP/PKK xortên Kurdan xist haleke wisa ku ciwanên Kurdan orf û adetan nas nekirin, li hember dîn û dîndaran bêrûmet hereket kirin û bûn wehşî. Di orf û adetên Kurdan de,  dema kesekî ku dijminê bavê wî bi xwe be jî ger  hawara xwe jê re bibe, wî muhafeze dike û lê xwedî derdikeve, wî teslîmî wan kesên ku dixwazin wî bikujin nake. Me wisa ji mezinên xwe dît."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir