• DOLAR 32.294
  • EURO 34.714
  • ALTIN 2393.92
  • ...
Mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê dibêjin "êdî bes e, bila êdî edalet bê tesîskirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê doh li ber ACZ Plazaya li Semta Ofîsê ya Yenîşehîra Diyarbekirê hatin bal hev û daxuyanîyeke çapemenîyê dan. Malbat di daxuyanîya ku dan de daxwaz kirin êdî edalet bê tesîskirin.

Di daxuyanîya çapemenîyê de Koordînatorê Giştî yê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê Parêzer Mîrxan Ozbeklî destnîşan kir tê xwestin mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê bên jibîkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji sedî 99ê wan Yusufîyên ku hatin binçavkirin, îşkence li wan hatin kirin û dosyayên wan bi delîlên sexte hatin dagirtin û hakim û dozgerên wê demê bi talîmatên ku ji wan re hatin dayîn cezayên giran dan wan."

Piştî axavtina Parêzer Ozbeklî, Musab Arasanê Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê li ser navê malbatên mexdûr metna daxuyanîya çapemenîyê xwend.

"Mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê, êdî dixwazin edalet tecellî bike"

Arasan di daxuyanîya ku da de balan kişand li ser mexdûrîyeta malbatên mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê û destnîşan kir di wextê wê de gelek neheqî û zilm li Mislimanan hatin kirin û mexdûrîyeta wan hêj jî berdewam dike.

Arasan di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê jî bên xistin bergeha wê pêşnûmaya efûyê ya ku pê xwestin ceza bên kêmkirin. Arasan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê dibêjin ' êdî bes e, bila êdî edalet bê tesîskirin.' Mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê, êdî dixwazin edalet tecellî bike. Êşa herî mezin û mexdûrîyeta herî mezin bi xelkê Misliman dan kişandin.  Ev bi salan e ku ev Misliman di girtîgehan de tên girtin.  Sedema di girtîgehê girtina van Mislimanan daraza FETO û 28ê Sibatê ye. Dewamkirina vê zilm û mexdûrîyetê li ser navê însanetî û edaletê eybeke mezin e. Divê guh bê dayîn daxwazên malbatên van mexdûran ku ev yek wezîfeya hemû kesî ye. Divê ev mesele demildest bê çareserkirin."(ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir