Li Filipînan bager: Herî kêm 50 kes jiyana xwe ji dest dan
Li Filipînan ji ber bagêra Mangkhuta ku ji ber hêza xwe jê re "super" tê gotin zêdetirî 50 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li Filipînan ji ber bagêra Mangkhuta ku ji ber hêza xwe jê re "super" tê gotin zêdetirî 50 kesan jiyana xwe ji dest dan û 100 hezar kes jî ji cihê ku bagerê xistîye bi tesîra xwe hatin tahlîyekirin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber bagerê di madeneke zêran de hedimîn çêbû û 40 karker di bin axê de man ku tê diyarkirin ji van 40 karkeran tevde 30 karker jiyana xwe ji dest dan.
Xebatên xelaskirin û rizgarkirinê li herêmê hêj berdewam dikin û tê endîşekirin ku hejmara mirîyan zêdetir bibe.(ÎLKHA)