• DOLAR 32.597
  • EURO 35.015
  • ALTIN 2450.893
  • ...
Plankerê qetlîama Reyhanliyê hat girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yusuf Nazîkê ku di sala 2013an de li Reyhanliya Hatayê digel îstîxbarata Sûrîyê êrîşê plan kir û talîmatan dida failên qetlîamê di operasyona ku li Lazkîya Sûrîyê ji teref MÎTê ve hat lidarxistin de hat girtin.

Di sala 2013an de li Reyhanliya Hatayê êrîşa bombeyî hatibû lidarxistin û di êrîşê de 53 kes jiyana xwe ji dest dabûn ku Yusuf Nazîk wek kesê ku talîmatan dida failên êrîşê û kesê ku digel îstîxbarata Sûrîyê hereket dikir dihat zanîn.

Nazîk ku li Lazkîyê ji teref MÎTê ve hat girtin hat anîn Tirkîyê. Nazîk di jêpirsîna ewil de li xwe mikr hat ku ew plankerê êrîşa Reyhanliyê ye.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir